Artêşa DYE'yê li dijî Îranê dest bi êrişên nû yên hewayî kir
Medya dewletê ya Îranê ragihand ku DYE'yê êrişên hewayî biriye ser herêmên cuda yên welêt û gelek teqînan rû dane.
Medya dewletê ya Îranê ragihand ku DYE'yê êrişên hewayî biriye ser herêmên cuda yên welêt û gelek teqînan rû dane.
Medya dewletê ya Îranê diyar kir ku Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) êrişên nû yên hewayî biriye ser herêmên cuda yên welêt. Televîzyona dewletê ragihand ku li Girava Abû Mûsa li pey hev dengê teqînan hatiye bihîstin. Her wiha li bajarê Bandar Abbas jî herî kêm 8 teqînan rû dane û sîstemên parastina hewayî ketine dewrê.
Medya dewletê her wiha ragihand ku li Bûşehrê ku kompleksa santrala nukleerê ya Îranê lê ye dengê teqînan hatiye bihîstin.
Nour Newsê di nûçeya xwe de ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên leşkerî, hêzên çekdar ên Îranê di demeke kurt de wê êrişeke "berfireh a mezin" li dijî baregehên DYE'yê yên li herêmê bide destpêkirin. IRNA'yê jî diyar kir ku piştî teqÎnan li bajarê Chabaharê elektrîk qut bûye.
Bûyer piştî daxuyaniya Serokê DYE'yê Donald Trump a li civîna bilind a NATO'yê ya li Enqereyê qewimîn ku Trump diyar kiribû ku agirbesta bi Îranê re bi dawî bûye.